Bi xêr hatî Caixa Mágica 16!

Projeya Caixa Mágicayê li ser ramanên ku di Felsefeya Caixa Mágicayê de hatine parastin, hatiye avakirin. Felsefeya Caixa Mágicayê li ser van xalan hatiye avakirin: Divê nivîsbarî bêpere bin, amûrên nivîsbariyan divê ji bo zimanên zikmayî yên kesan bikêrhatî bin û mirov divê ji bo pêdiviyên xwe di kesanekirina nivîsbariyan de dikaribin azad bin.

Bidestxistina Alîkariya ji bo Caixa Mágicayê:

Li jêr gelek riyên ku tu dikarî ji bo Caixa Mágicayê alîkarî bi dest bixî hene.

Têketina rêbera Caixa Mágicayê û belgerinên ji hilbijartina "Alîkarî" ya menuya pergala te. Her wiha dikarî ji Malpera Fermî ya Belgekirina Caixa Mágicayê û ji Belgekirina Piştgiriya Koman alîkarî bi dest bixî.

Heke hin têkiliyên mirovan hilbijêrî, dikarî Mailing List, Forumên Webê, an jî chata bi koman re ya li ser Freenode IRC Kanal: #caixamagica bikar bînî.

Wekî din dikarî ji Destekên bazirganî jî alîkarî bistînî.

Tevlîbûna nava Caixa Mágicayê:

Koma Caixa Mágicayê ji pêşdebirên nivîsbariyê, nivîskarên belgekirinan, werger, hunermendên grafîkan û herî taybet ji kesên ku her roj di jiyana xwe de Caixa Mágicayê bikar tînin pêk tê. Me te ji bo tevlîbûna vê komê û alîkariyên ku ji bo pêşdebirina vê pergala xebatê ya Caixa Mágicayê, vexwend vê komê.

Ji bo bidestxistina agahiyên ji bo tevlîbûnê, li Rûpela Ji Bo Tevlîbûna Komên Caixa Mágicayê binêre!